Azadî
Ey azadî!
Ez di xewnê şevan
Di tefekur û xeyalên dirêj
Bi şev…
Bi roj…
Li te digerim…
Weka gula berbiroj
Li dora rojê
Weke Ummu Ummara
Li dora Resulê Xwedê
Lê serê çîyaye Uhudê
Li meydana cengê
Li te di gerim…
Eşqa te
Şewqa te
Li dilê min da…
Deşt…
Çîya…
Li ber min
Bûn yek gav…
Weke Selman
Di rêya dînê Xweda
Li Îranê…
Li Şamê…
Li Kurdistanê…
Dîyaaar bi dîyar gerîyam…
Yek lehzê
Yek kêlikê
Eşqa te
Ji dilê min
Sar nebu…
Weke rehberê xwe
Li mekteba…
Li oda ağa…
Li medresa…
Li mizgefta…
Ber çokên şêx û ‘alima
Qonaaağ bi konağ gerîyam
Li ser rîya te…
Di oğira te
Birçî bûn
Tazibûn û hêsîrî
Bi min xweş bûn…
Lewra
Betilîbûn
Runiştin
Û tirsa ji zalima!
Ne karê aşiqa ye…
Xwedaperestî
Û azadperestî
Bi runiştinê nabê…
Ey azadîya xweşik
Tu jî dizanê
Gelek niheqî li me bû
Li ser navê te
Pir derew hatin gotin
Bi nave te yê şîrîn
Gelê me xapandin…
Serê me û dilê me
Girêdan!
Em bûne weka goka
Ber lingê zaroka
Serê me li heft dîwara xistin.
Êş…
Birîn…
Û kuştina zarokan dikirin ‘adet
Agirê bê edebîyê û
Esabiyête pêdixistin
Perda namûs û heyayê rakirin
Biratî û yekîtiya îmanê hilandin
Xwîn!
Şîn!
Feqîrî û zîndan kirin rêz!
Derew…
Hîle…
Bê bextî û bê bawerî kirin exlaq!
Ey azadî!
Ev bû çend sal
Em ji hev dûr in…
Kevoka mina ğemgîn
Di dora qefesa min re
Diçê û tê
Bi armanca azadkirina min…
M. Tahirê Soranî / Kelhaamed Havîn 2010